GÜNDEM

2 JÊ QEYÛM DERBARÊ 134 ŞAREDARAN DE GILÎYÊ SÛC HAT KIRIN

Li Mêrdînê komeke parêzeran ku xwe weke “Koma Parêzerên Serbixwe ya Tam” pênase dikin, li 10 bajar û 41 navçeyên ji erdhejê bi bandor bûn giliyê şaredarên ku berê peywîr girtibûn û yên niha li ser kar û qeyûman kirin.

Parêzeran derbarê 2 jê qeyûm 132 şaredarên ku piştî sala 1999’an hatin ser peywîrê û hinek ji wan niha jî li ser peywîrêne de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da.

Di nava kesên hatin gilîkirin de ji bilî şaredaran, qeyûmê Şaredariya Bajarê Amedê Alî Îhsan Sû û qeyûmê şaredarîya Yenîşehîrê yê berê Mûrat Beşîkçî jî cih girt.

Ahmet Duyan ê piştî gilîkirinê li ser navê parêzeran daxuyanî da, bal kişand ku tevî 10 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane jî kesekî/ê berpirsyariya xwe qebûl nekiriye û îstifa nekiriye û got: “Ji bilî çend mutehidan, kesekî ku di bin lêpirsînê de ye û tê darizandin nîne. Divê hemû berpirsyar bên darizandin. Em ê nehêlin ku di deryaya bêcezahiştinê ya dewam dike de winda bibin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.