NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO KREDÎYA BANKAYÊ WERBIGRIN ŞERTÊ XEBITANDINA SÛRÎYEYÎYAN

Li 20 bajarên ku Amed jî di nav de ye, ji bo esnaf û xwedîyê kargehan bikaribin kredîyê ji bankayan webigrin, şertê divê penaberan li kargehên xwe bidin xebitandin jê hatine xwestin.

Banka Ziraatê ragihand ku ew ê li 20 bajaran ku bajarê Amedê jî di nav de ye, Mîlyonek û nîv lîre kredîyê bide şîrketên biçûk û esnafan.

Li gor nûçeya Cem Yildirim ê ji rojnameya Sozcu, ji bo kredîya Mîlyonek û nîv lîre, divê li kargeha xwe herî kêm penaberekî ji Sûrîyeyî an jî penaberekî di bin parastinê de û hemwelatîyekî Tirkîyeyê bidin xebitandin.

Hat dîyarkirin, armanc ew e ku ji bo hemwelatîyan qadeke nû ya îstîhdamê peyda bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.