GÜNDEM

23 HECÎYÊN HERÊMA KURDISTANÊ LI URDINÊ ASÊ MANE

Hat dîyarkirin ku 23 hecîyên Herêma Kurdistanê li Urdinê asê mane.

23 HECÎYÊN HERÊMA KURDISTANÊ LI URDINÊ ASÊ MANE

Hat dîyarkirin ku 23 hecîyên Herêma Kurdistanê li Urdinê asê mane.

Li gor nûçeya K24’ê, yek ji wan 23 hecîyên Kurd anîye ziman ku ew sê roj in li Urdinê li benda vegera Kurdistanê ne û wiha berdewamkir; “Li ser Urdunê veguheztinek me hebû. Lê dibêjin ji ber ku hin rêwîyan bi vîrusa koronayê ketine, em nikarin seferê bikin. Em li vir asê mane." Hecîyê Kurdistanî dîyar kir ku pasaportên wan ji alîyê balafirgehê ve hatine desteserkirin û wiha got; “Kurte notek dan me û me şandin otêlê. Rewşa me xerab e, em nikarin ji otêlê derkevin. Neheqî li me dikin. Em dixwazin rayedar çareserîyekê bibînin.” Hat dîyarkirin ku 23 hecî jî xelkê Hewlêrê ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.