NÛÇEYÊN KURDÎ

CIWANÊ KU RASTÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ HAT JÎYANA XWE JI DEST DA

Ciwanê ku li Dîlokê rastê êrîşa kesê ku pê re dijminatî kiribû hat, li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.

CIWANÊ KU RASTÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ HAT JÎYANA XWE JI DEST DA

Ciwanê ku li Dîlokê rastê êrîşa kesê ku pê re dijminatî kiribû hat, li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.

Li Taxa Dûmlûpinar a navçeya Şahînbeya Dîlokê şeva borî demjimêr di 03:00an de bûyer qewimî. Hat îdiakirin ku karkerên înşaetê Zeynel Ûgûrel ê 25 salî rastê êrîşa kesê ku dijminatîya wî kirîye hat. Ûgûrel ê ku giran birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadîr Yuksel. Tevî hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê jî, ciwan jîyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ugurel piştê karên otopsîyê, ji bo definkirinê teslîmê malbata wî kirin. Ji alîyê din ve hat dîyarkirin ku ekîbên polêsan, ji bo girtina gumanbarê qatilê ku piştê bûyerê revîyaye, dest bi xebatê kirin û lêpirsîna derbarê bûyerê da dewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.