NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ŞIRNEXÊ QEZEYA TIRAFÎKÊ! 2 MIRÎ, 5 BIRÎNDAR, 2 BINÇAVKIRIN

Li Şirnexê qezaya trafîkê ya ku TIR û taksî li hev qelibîn de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

LI ŞIRNEXÊ QEZEYA TIRAFÎKÊ! 2 MIRÎ, 5 BIRÎNDAR, 2 BINÇAVKIRIN

Li Şirnexê qezaya trafîkê ya ku TIR û siware li hev qelibîn de, 2 kes jîyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin texsîya ku A.Y. diajot û ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçû, TIRa ku F.T. diajot li hev qelibîn.

Di qezayê de 7 kes birîndar bûn. Ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê welatîyên Iraqî Eyûb Ehmed Arap (45) û Nevzat Çinar (35) tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest dan.

Ji 4 welatîyên Iraqî Halîd Muhammed Omer (25) ê ku bi giranî birîndar bû şandin Elezîzê. Ajokarê taxsîyê A.Y. û Muhammed Ramazan Omer (24), Mehdî Ehmed Arap (50) û Velîd Ehmed Arap (40) ku di wesayîtê de bûn bi sivikî birîndar bûn.

Cenazeyan ji bo otopsîyê birin Morga Tiba Edlî. Ajokarê TIRê F.T. û ajokarê taxsîyê A.Y. hatin binçavkirin û lêpirsîna derbarê bûyerê da berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.