NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ Û NAVÇEYÊN WÊ BI TEVAHÎ HEZAR Û 310 BIRTÛKXANE HENE

Hat dîyarkirin ku li navenda Amedê û hemû navçeyên wê bi tevahî hezar û 310 pirtûkxane hene. Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên 'Amarên Pirtûkxaneyan' ên sala 2022'an parve kir.

Li gor daneyên TÛÎK'ê, hat dîyarkirin ku li Amedê bi giştî hezar û 310 pirtûkxane hene. Li Amedê hezar û 60 pirtûkxane li dibistanên fermî, 119 li dibistanên taybet, 131 li qursên taybet û 17 jî wek pirtûkxaneyên gel bi tevahî hezar û 310 pirtûkxane hene.

Hat dîyarkirin ku di Pirtûkxaneyên Giştî yên Amedê de bi 91 hezar û 872 pirtûkan bi piranî pirtûkên wêje û zargotinîyê hene, hejmara pirtûkên zanistên civakî 32 hezar û 516, pirtûkên erdnîgarî, dîrok û dîsîplînên alîkar jî 17 hezar û 272 ye. hejmara pirtûkên olî jî 12 hezar û 779 e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.