NÛÇEYÊN KURDÎ

RÛSYA JI KENY’YÊ DAXWAZA CIVÎNA LEZGÎN KIR

Rûsya bi mijara êrîşên li ser Hûsîyên Yemenê ji Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza civîneke lezgîn kir.

RÛSYA JI KENY’YÊ DAXWAZA CIVÎNA LEZGÎN KIR

Rûsya îro daxwaza civîneke lezgîn ji Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re kir.

 

Di daxuyanîya li ser hesabê medyaya civakî ya Nûnertîya Daîmî ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Rûsyayê de wiha hat gotin, "Rûsya, derbarê êrîşên Amrîka û Îngîlîstan ên li dijî Yemenê de ji bo di 12ê Çileyê de civîneke lezgîn pêk were ji KENYê daxwaz kir."

Balafirên şer ên Amrîka û Îngîlîstanê bi şev li hin cîhên bajarên Sana, Hudeyde û Taîzê yên Yemenê êrîşên esmanî pêk anîn.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.