NÛÇEYÊN KURDÎ

ZAROKA DI PÎROZBAHÎYA HILBIJARTINÊ YA AKP’Ê DE GULE LÊ KETIBÛ JÎYANA XWE JI DEST DA

Zaroka 15 salî ya ku di pîrozbahîyên piştê Hilbijartina Serokkomarîyê li Rihayê gule li serê wê ketibû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da.

Piştê ku Recep Tayyîp Erdogan êvara 28ê Gulanê careke din wek serokkomar hat hilbijartin, Kubra Çoban di pîrozbahîyên ku li Taxa Eyyûbnebî ya navçeya Eyyubîyeyê hat lidarxistin de birîndar bûbû. Çoban li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Rihayê di beşa lênihêrîna giran de dihat dermankirin.

Kubra Çoban a ku 4 mehin di beşa giran a nexweşxaneyê de diberxwe dida û 3 caran emelîyat bûbû, do êvarê jîyana xwe ji dest da.

Li alîyê din di pîrozbahîya hilbijartinê de 5 kes bi guleyên çekê birîndar bûbû û Emîrhan Gergîl ê 14 salî ku yek ji wan bû, di 1’ê Hezîranê de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest dabû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.