NÛÇEYÊN KURDÎ

‘2YEMÎN MÎHRÎCANA RÊYA ÇANDÊ YA SÛRÊ’ ÎRO DEST PÊ DIKE

2yemîn Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê li Amedê îro dest pê dike.

‘2YEMÎN MÎHRÎCANA RÊYA ÇANDÊ YA SÛRÊ’ ÎRO DEST PÊ DIKE

2yemîn Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê li Amedê îro dest pê dike.

 

2yemîn Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê ya ku di çarçoveya Mîhrîcanên Rêyên Çandî yên Tirkîyeyê de ku ji alîyê Wezareta Çand û Turîzmê ve li 11 bajarên cuda û 100 rojan tê lidarxistin, îro dest pê dike.

Di mîhrîcana ku wê 9 rojan berdewam bike de li Amedê wê zêdetirê 500 bername bên lidarxistin. Di mîhrîcanê de; ji lîstikên şanoyê heta konserên ku wê stranên Tirkî, Kurdî û Ermenî bên gotin, ji bernameyên zarokan heta 'şevên eywan' wê gelek bernameyên cuda bên lidarxistin.

Konserên ku di çarçoveya mîhrîcanê de wê di navbera 14-22’ê Cotmehê de bên lidarxistin, wê li Terasa Camê ya Fîskaya û Qada Derê Çîya bin.

Dewlemendîya hunerî ya Amedê wê bi pêşangeha 'Bajarê li ser Şopa Hunerê' ya ku li Birca Derê Çîya bê lidarxistin, were nasandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.