NÛÇEYÊN KURDÎ

XWEDEKARÊN DÎCLE’YÊ DESTDIRÊJÎYÊ Û MIRINA ERTAŞ PROTESTO KIRIN

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hem mirina Zeren Ertaş ku li Aydinê di wargehê de jîyana xwe ji dest da û hem jî destdirêjîya li ser xwendekara jin a li kampusa Zanîngeha Dîcleyê protesto kirin.

XWEDEKARÊN DÎCLE’YÊ DESTDIRÊJÎYÊ Û MIRINA ERTAŞ PROTESTO KIRIN

Hat îdîakirin ku xwendekara jin a li Zanîngeha Dîcleyê dixwîne dema ku diçû Wargeha Keçan a Îyaz Bin Ganem, ji alîyê kesên nasnameya wan nedîyar ve rastê destdirêjîyê hat.

 

Xwendekara ku destdirêjî lê hat kirin li ber derîyê wargehê ji hişê xwe çû. Xwendekara jin bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

 

Li ser vê bûyerê îro Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo şermezarkirina destdirêjîya li kampusê û mirina di asansorê de ya li Aydinê, çalakîya rûniştinê pêk anîn. Dema xwendekaran xwestin bimeşin ber avahîya Rektorîyê, di navbera wan û ekîbên polêsan de demek kurt nîqaş derket.

Piştê pevçûnê xwendekaran li cîhê ku liwir bûn çalakîya rûniştinê dan dest pê kirin û dirûşmên "Em destdirêjîyê naxwazin, polês ji zanîngehê derkeve, Rektor were li vir" bi deng kirin.

Xwendekaran derbarê bûyeran de daxuyanî dan çapemenîyê. Xwendekara zanîngehê Elîf Çoban ku li ser navê xwendekaran daxuyanî da, destnîşan kir ku sedema destdirêjîya bi şev kêm ronîkirina kampusê û neçûna otobusê ye û wiha got,

"Di hefteyên dawî de yek hevalên me li wargehên KYK'ê û yek jî li salona xwarinê întîxar kirin. Herî dawî 2 roj berê hevala me Zeren di encama ketina asansorê KYK'ê ya li Aydinê jîyana xwe ji dest da. Duh hevalakî me ji ber ronahîyên ku nehat tamîrkirin û pirsgirêkên hatûçûnê ku nehatin çareserkirin, mexdûr bû rastê destdirêjîyê hat. Ciwanên birêxistinî wê ji qatil û kesên destdirêjîyê kirine hesab bipirsin. Desthilatdarîya AKP-MHP'ê ku nikare pirsgirêka zanîngehê çareser bike, lê belê di heman demê de dibe sedema mirina me.”

 

Xwendekar dîyarkirin ku heta rektor neyê wê çalakîya xwe bidomînin.

 

Piştê demekê komek rayedarên Zanîngeha Dîcleyê hatin cem xwendekaran. Xwendekaran pirsgirêkên li wargehan, kafeteryayên zanîngehan û hatûçûnê anîn ziman û bertek nîşanê rayedaran dan. Rayedaran ji xwendekaran re gotin "Hûn rast dibêjin" û destnîşan kirin ku ew ê pirsgirêkan çareser bikin.

 

Xwendekaran dîyar kirin ku ew ji van gotinan bawer nakin û wiha gotin, "Piştê mirina me neyên ser gorên me û hêsirên sexte nerijînin." Piştê civîna bi rayedaran, xwendekaran dawî li çalakîya xwe anîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.