NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI SER GAZEYÊ HAT PROTESTOKIRIN

Li Amedê êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê duh bi şev careke din bi meşekê hat protestokirin.

LI AMEDÊ ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI SER GAZEYÊ HAT PROTESTOKIRIN

Li Amedê êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê duh bi şev careke din bi meşekê hat protestokirin.

Endamên Serokatîya Şaxa Ciwanan a Amedê ya HÛDA PAR û gelek ciwanên ku li deverên cuda yên navçeya Baglarê hatin cem hev û di destên wan de alayên Tirk û Filistînê hebûn, heta ber Dibistana Seretayî ya Hurriyetê ya li ser Kolana Ogretmenler a taxa 5 Nîsan meşîyan. Di meşê de pankarta "ji ciwanên Amedê silav ji Gazeyê re" hat hilgirtin.

Endamê Teşkîlata Şaxên Ciwanan a HUDA PARê Selahaddîn Guler ku li ser navê komê daxuyanî da û wiha got: "Divê Misliman li gel hemû cudahîyan ji her demê zêdetir bibin yek. Divê neyê jibîrkirin ku îro jî wek berê rêya azadiya Quds û Mescida Eqsayê ji yekitiya Mislimanan derbas dibe.” Her wiha Guler banga boykotkirina berhemên Îsraîlê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.