NÛÇEYÊN KURDÎ

HEFTEYA WINDAYAN DI SALA 28’EMÎN DE YE

Hefteya Windayan bi nezelalkirina aqûbeta windayan û nedarizandina kujeran re ket sala 28’emîn.

HEFTEYA WINDAYAN DI SALA 28’EMÎN DE YE

 

Hefteya Windayan bi nezelalkirina aqûbeta windayan û nedarizandina kujeran re ket sala 28’emîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo li aqûbeta windayan bipirse û kujer bên darizandin û cezakirin, ji sala 1995’an vir ve her sal di navbera 17-31’ê Gulanê de wek “Hefteya Windayan” li dar dixe.  ÎHD li gel Dayîkên Şemîyê û Xizmên Windayan li aqûbeta bi hezaran windayî digerin û dixwaze kujer bên dîtin û cezakirin. ÎHD her sal di çarçoveya Hefteya Windayan de çalakîyên cîhêreng li dar dixe. Seroka ÎHD a Stenbolê Gulseren Yolerî derbarê heftaya windayan de axivî û wiha got: “dewlet her hefte çalakîyên me asteng dike. Lê 28 sale tevê hemû zext, binçavkirin û girtinan jî çalakîya bê navber didome. Li vî welatê li dijî mirovan sûc hatine kirin û tên kirin. Hê jî rastîya van sûcan tê veşartin. Heke ev rastî were veşartin mirov nikare li vê welatê behsa demokrasîyê bike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.