NÛÇEYÊN KURDÎ

3 GUMANBARÊN DI KUŞTINA XWEDÎYÊ GALERÎYÊ DE HATIN GIRTIN

Li Amedê gumanbarên ku xwedîyê galerîya siwareyan Serdar Tokur (38) li ber cîhê karê wî bi çekê kuştin, hatin girtin.

3 GUMANBARÊN DI KUŞTINA XWEDÎYÊ GALERÎYÊ DE HATIN GIRTIN

 

Di bûyera ku duh danê sibê li Taxa Firatê ya navçeya Kayapinarê pêk hat de, Serdar Tokur ê ku li ber cîhê xwe yê kar rûniştibû, di êrîşa bi çek a kesekî ku ji siwareyê peya bû hat kuştin.

Piştê bûyerê Ekîbên Midûrîyeta Emnîyetê ya Navçeya Kayapinarê ji kamerayên ewlehîyê yên ku lêkolîn kirin, nasnameya gumanbarê kuştinê û 2 kesên ku alîkarîya wî kirin û cîhê bûyerê bi siwareyê revîyan, tespît kirin.

Polêsan dîyar kirin ku kesê çek berdaye Î.T., kesên alîkarîya wî kirine jî S.A. û Ş.G. ye. Di operasyona ku hat kirin de gumanbarên ku xwe veşartibûn, tevê bi çeka ku di bûyerê de bi kar anîne, hatin binçav kirin. Î.T.yê ku Tokur kuştîye, di îfadeya xwe de sûcê xwe qebûl kir û wiha got: "Çêrê min kir, min jî xwe winda kir." Jêpirsîna gumanbaran ê li emnîyetê didome.

Piştê otopsîyê cenazeyê Serdar Tokur ji alîyê xizmên wî ve hat wergirtin û di gorê de hat definkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.