NÛÇEYÊN KURDÎ

3 HEZAR Û 500 MAMOSTEYÊN ASTENGDAR WÊ BÊN TAYÎN KIRIN

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ragihand ku wê 3 hezar û 500 mamosteyên astengdar bên tayînkirin.

3 HEZAR Û 500 MAMOSTEYÊN ASTENGDAR WÊ BÊN TAYÎN KIRIN

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ragihand ku wê 3 hezar û 500 mamosteyên astengdar bên tayînkirin.

Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî Mahmut Ozer, derbarê mijarê da daxuyanî da û wiha got: "Namzedên ku di îmtîhana EKPSSyê ya ku di sala 2020 ya jî 2022an da hat kirin de 50 û zêdetir pûan wergirtibin wê bikaribin serî lê bidin." Serlêdan wê di 3yê Nîsanê de dest pê bikin û di 7ê Nîsanê saet di 16:00 de roja Înê de bi dawî bibin. Wê tercîh di navbera 12-15ê Nîsana 2023-an de bêne kirin. Daxuyanîya derbarê serîlêdanê de wê li ser malpera înternetê ya Wezareta Perwerdehîya Neteweyî bê ragihandin. Wezîr Ozer dîyar kir ku wê tayînkirin di 25ê Nîsanê de bên kirin û wiha got: “Weke ku me berê ragihandibû, di 8ê Gulanê de em ê 45 hezar mamosteyên nû tayîn bikin. Hemû mamosteyên me yên tayînkirî wê ji 1’ê Îlonê ve dest bi karê xwe bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.