NÛÇEYÊN KURDÎ

3 KESÊN JI MALBATA ŞENYASAR LI SER GORÊN XWE HATIN BIBÎRANÎN

Hacî Esvet û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ên ku li Pirsûsê ji alîyê xizmên endamê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, piştê 4 salan cara ewil li ser gorên xwe hatin bi bîr anîn.

Girseya ku li ber goristanê hat cem hev, ji alîyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan ji xeynî malbat û wekîlan, destûr nedan ku welatîyên din bikevin goristanê. Piştê Emîne Şenyaşar dîyarkir ku ger girse neyê hundir, ew ê neçin goristanê û li ber derî rûnin, girseya ku 30 deqeyan li ber derî bûn, ketin goristanê. Di bîranînê de li ser navê malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar axivî. Ferît Şenyaşar di derbarê qetlîama ku li wan hatîye kirin û têkoşîna edaletê ya 4 sal in berdewam dike de agahî da û wiha got; “Ev sê kes, di bin bombeya bi gazê de hatin definkirin. Ew îro jî nayên jibîrkirin. Ji ber ku wekîlê AKP'ê di nav de ye, tiştek nayê kirin. Bi mîlyonan bi taybetî jî gelê Pirsûsê xwedî li doza me derketin. Ev 4 sal in me sersaxîya xwe çênekir. Dema ku edalet pêk hat em ê sersaxîyên xwe bînin ziman. Bila edalet êdi pêk were."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.