NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PASÛRÊ VÊ SIBÊHÊ LI EMBAREKÊ ŞEWATÊ DERKET 76 AJAL TELEF BÛN

Li navçeya Pasûrê ya Amedê, di şewata ku li embarekê derket de gelek ajal telef bûn.

LI PASÛRÊ VÊ SIBÊHÊ LI EMBAREKÊ ŞEWATÊ DERKET 76 AJAL TELEF BÛN

Li navçeya Pasûrê ya Amedê, di şewata ku li embarekê derket de gelek ajal telef bûn. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, îro danê sibê di saetên paşîvê de li Taxa Agackorur ya navçeya Pasûrê ji ber sedemeke nediyar, agir bi embara ku aîdî Seyfettîn Zengîn ê 66 salî ket. Agir zû belav bû û hemû embar û şivantîya li kêleka embarê girt. Gundîyan piştî têkoşîneke demdirêj agir xistin bin kontrolê. Hat dîyarkirin ku di embarê de 72 jê pez û 4 jî dewar bi tevahî 76 ajal telef bûne. Mexdûran ji rayedaran alîkarî xwestin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.