NÛÇEYÊN KURDÎ

35 SAL BERÊ LI HELEBÇEYÊ JI 5 HEZARÎ ZÊDETIR KURD HATIN QETIL KIRIN

Di ser Komkujiya Helebçeyê re ku di sedsala 20’an weke yek ji êrîşa kîmyewî ya herî mezin derbasî dîrokê bû, 35 sal derbas bûn.

35 SAL BERÊ LI HELEBÇEYÊ JI 5 HEZARÎ ZÊDETIR KURD HATIN QETIL KIRIN

Di ser Komkujiya Helebçeyê re ku di sedsala 20’an weke yek ji êrîşa kîmyewî ya herî mezin derbasî dîrokê bû, 35 sal derbas bûn.

Di 16’ê Adara 1988’an de, bi fermana dîktatorê dewrê yê Iraqê Sedam Husên, ji aliyê balafirên şer ve bi çekên kîmyewî zêdetirî 5 hezar Kurd ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatin qetilkirin.

Ev êrîşa ku bi navê “Komkujiya Helebçe” derbasî dîrokê bû, qonaxa dawî û herî bi êş ya Jenosîda Enfalê bû ku rejîma Baas, bi serokatiya Sedam Husên di navbera salên 1986-1989’an de bi awayekî sîstematîk li dijî gelê Kurd pêk anî bû.

Di pêvajoya rihqelandina Enfalê de ku di 12’ê Adara 1986’an de dest pê kir û di 7’ê Hezîrana 1989’an de bi dawî bû, 182 hezar Kurd hatin qetilkirin.

Îro bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê li gelek welatan bi taybet li Herêma Federal a Kurdistanê merasîmên bîranînê tên lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.