NÛÇEYÊN KURDÎ

40 PEZ ÊN KU DI BIN 50 PILE GERMAHÎYÊ DE HATIN RAWESTANDIN TELEF BÛN

Pezên ku ji Îdirê ber bi Rihayê ve ji bo firotinê dihatin şandin, ji ber ku demeke dirêj ji ber belgeyên fermî yên sewqîyatê di TIR'ê li germê hatin rawestandin, bê hilm man û telef bûn.

Li gor agahîyan esnafên ku ji Rihayê ji bo pez bikirin çûn Îdirê, bi TIRa ku pez lê barkirî bû ji bo destûra sewqîyata derveyê bajêr werbigrin, serî li  Midûrîyeta Şaxa Xurek, Çandinî û Tenduristîya Heywanan, Xwedîkirin û Masîgirîyê ya Îdirê dan.

Lê ji ber ku rayedar dereng tevgerîyane, ji pezên ku di bin 50 pile germê de hatibûn rawestandin 40 pez bi sedem ku hilm nestendibûn telef bûn. Dema ku xwedî ajalan û esnaf hay ji vê rewşê bûn, hemû pez ji TIRê  daxistin. Xwedîyê pez, esnaf û welatîyên derdorê ê bertek nîşanê rayedaran dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.