NÛÇEYÊN KURDÎ

49 AKADAMÎSYEN DI LÎSTEYA ZANISTÊN HERÎ BIBANDOR DE CÎH GIRT

49 akademîsyenên Zanîngeha Firatê di Lîsteya Zanistên Herî Bibandor ên Cîhanê de cîh girtin.

49 AKADAMÎSYEN DI LÎSTEYA ZANISTÊN HERÎ BIBANDOR DE CÎH GIRT

49 akademîsyenên Zanîngeha Firatê di Lîsteya Zanistên Herî Bibandor ên Cîhanê de cîh girtin.

 

Zanîngeha STANFORDê lîsteya akademîsyenên ku di nav ji sedî 2yê zanyarên cîhanê de cîh digirin eşkere kir. Di lîsteya ku ji alîyê Zanîngeha Stanfordê ve di 4ê Cotmeha 2023an de hat weşandin de 200 hezar û 644 zanyar di nava ji sedî 2 de cîh girtin.

 

Ji Tirkîyeyê hezar û 202 akademîsyen di rêzê de cîh girtin û ji Zanîngeha Firatê jî 49 endamên fakulteyê di vê lîsteyê de cîh girtin.

 

Di lîsteya ku 22 beş û 176 şaxan de di cîhanê de ji sedî 2yê zanyarên herî baş ên cîhanê cîh digirin, ji Zanîngeha Firatê jî 49 akadamîsyen di vê lîsteyê de cîh girtin. Zanîngeha Firatê bû 2yemîn zanîngeha Tirkîyeyê ku herî zêde akademîsyen di lîsteyê de cîh digire.

 

Derbarê serkeftina akademîsyenan de Rektorê Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Fahrettîn Goktaş wiha axivî, “sala par 42 adakemîsyenên me di lîsteyê de cîh girtibûn, îsal jî 49 akadamîsyenên me di lîsteyê de cîh girtine. Bi vê em gelen kêfxweş in. Ev encam nîşanê me didin ku zanîngeha Firatê ne tenê li Tirkîyeyê, li cîhanê jî nav û deng daye. Akademîsyenên me, zanîngeha me û bajarê me gelek serbilind kirin. Careke din ez akademîsyenên me ji ber keda wan bi dil û can pîroz dikim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.