NÛÇEYÊN KURDÎ

53 HEZAR DENGÊN KURDÊN LI KERKÛKÊ PÛÇ BÛ

53 hezar dengên Kurdên ku beşdarê hilbijartinên encumena bajarê Kerkûkê ku di nav tifaqên cuda de beşdarbûn, pûç bûne

53 HEZAR DENGÊN KURDÊN LI KERKÛKÊ PÛÇ BÛ

 

Li gorê encamên destpêkê yên îro ji alîyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hatin ragihandin, partîyên Kurdistanî yên li Kerkûkê bi giştî 217 hezar û 815 deng bidest xistine.

Partîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) bi 139 hezar û 373 dengan bû partîya yekemîn û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî 46 hezar û 749 deng bidest xist.

YNK 5 kursî û PDK jî 2 kursî bi dest xistine û li gor van encaman Kurdan bi giştî 7 kursî di Meclîsa Bajarê de bidest xistine. Tifaqa ku ji alîyê Nifşê Nû û partîyên Îslamî ve hatîye avakirin ti kursî bi dest nexist.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.