AMED

552 ZAROK LI GIRTÎGEHÊ BI DAYIKÊN XWE RE DIMÎNIN

Li gorî daneyên sala 2023'an ên Wezareta Dadê 552 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salî de bi dayikên xwe re di girtîgehê de ne. Ev zarokên ku tê gotin pêdiviyên wan ên bingehîn li girtîgehan tên peydakirin, bi dayikên xwe re cejnê li girtîgehan derbas dikin.

552 ZAROK LI GIRTÎGEHÊ BI DAYIKÊN XWE RE DIMÎNIN

 

Li gorî daneyên sala 2023'an ên Wezareta Dadê 552 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salî de bi dayikên xwe re di girtîgehê de ne.

 Ev zarokên ku tê gotin pêdiviyên wan ên bingehîn li girtîgehan tên peydakirin, bi dayikên xwe re cejnê li girtîgehan derbas dikin.

Li Tirkiyeyê xizanî her ku diçe kûr dibe, zarok ji dibistanan derxistin û di MESEM'an de avêtin girtîgehê.

 Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya tevlêbûna hêza kar a zarokan ji bo kur ji sedî 32,2 û ji bo keçan ji sedî 11,5 hat diyarkirin.

Rêjeya keda zarokan ku di sala 2022an de ji sedî 18,7 bû, îsal ji sedî 22,1 zêde bû. Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM), zarokên koçber û karkerên çandiniyê yên demsalî ne di nav de ne.

Li gor daneyên nefermî hejmara zarokên ku li welêt dixebitin gihîştiye 2 milyonî.

Di encama lêkolînên qadê yên ji aliyê ekîbên "Zarok Ewle ne" yên girêdayî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di navbera Hezîrana 2017- Kanûna 2023'an de hatin kirin de, bi deh hezaran zarokên li kolanan dixebitin hatin tespîtkirin.

Li gorî lêkolîna sînevîzyonê ya ekîbên Wezaretê yên li ser zarokên li kolanan dixebitin, derket holê ku 46 hezar û 754 zarok li kuçeyan dixebitin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.