NÛÇEYÊN KURDÎ

SEDEMA ŞEWATA SIWAREYA KU QEZA KIR DÎYAR BÛ

Sedema şewata qezaya ku li Sêrtê pêk hat û ji malbata Serokê berê yê DBP'ê yê Navçeya Hezoyê Mehmet Yaşar 6 kes mirin, hat dîyarkirin.

SEDEMA ŞEWATA SIWAREYA KU QEZA KIR DÎYAR BÛ

Sedema şewata qezaya ku li Sêrtê pêk hat û ji malbata Serokê berê yê DBP'ê yê Navçeya Hezoyê Mehmet Yaşar 6 kes mirin, hat dîyarkirin.

Şeva 6ê Mijdarê li nêzê Gundê Gozpinarê yê Navçeya Misirc a Sêrtê siwareya ku Mehmet Yaşar diajot ji kontrolê derket û gêrê kêleka rê bû. Siwareya ku hat tesbîtkirin bi LGP ye, ji nişka ve agir pê ket û şewitî.

Ji ber şewatê dayîk û 5 zarokên wê yên di siwareyê de bûn jîyana xwe ji dest dan. Li gorê rapora pispor di lêkolînan de hat dîyarkirin ku siware ne ji ber teqîna beşa LPG'ê şewitîye, ji ber ku dema gêrê kêleka rê bû, agir ketîye beşa motorê.

Cenazeyên dayîk û 5 zarokên ku di qezayê de jîyana xwe ji dest dan li mezra Kocabey a gundê Kumlupınar a navçeya Hezo ya Êlihê hatin definkirin. Ji malbata ku 6 jê zarok ji 8 kesan pêk tê, Narîn Yaşar a 11 salî ya ku wê rojê li gel dapîra xwe li gund dima û Mehmet Yaşar ê ku siwareyê diajot, sax man.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.