NÛÇEYÊN KURDÎ

6 PARTÎ DAXUYANÎYEKE HEVPAR WEŞANDIN

Piştê civîna 5’emîn ya maseya 6 partîyan ku ji serokên CHP, ÎYÎ Partî, Partîya Saadetê, Partîya Demokrat, Partîya Gelecekê û DEVA Partîyê pêk tê, daxuyanîyeke hevpar dan.

6 PARTÎ DAXUYANÎYEKE HEVPAR WEŞANDIN

Piştê civîna 5’emîn ya maseya 6 partîyan ku ji serokên CHP, ÎYÎ Partî, Partîya Saadetê, Partîya Demokrat, Partîya Gelecekê û DEVA Partîyê pêk tê, daxuyanîyeke hevpar dan.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku pêvajoya hevkarîyê ya ku ji bo birînên Pergala Hikûmetê ya Serokamarîyê bipêçin û hiqûq û exlaqa siyasî ji nû ve ava bikin, bi biryardarîyeke mezin dane destpêkirin. Di daxuyanîya hevpar de wiha hat gotin: "Em bi biryar in ku li hemberê desthilatdarîya ku gelê me li hemberê hev dixe û dixwaze bi rêya wê, berjewendîyên xwe pêk bîne, Tirkîyeya sibê ya ku aşitî lê serwer be ava bikin. Em careke din dîyar dikin ku em feraseta heyî ya siyasetê û vê zimanê kerbê red dikin û em ê teqez aşitîya civakî li welatê xwe ava bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.