NÛÇEYÊN KURDÎ

8 MAMOSTEYÊN GIRÊDAYÊ MEB’Ê DI KREŞA TAYBET DE HATINE WEZÎFEDAR KIRIN!

8 mamosteyên ku di kreşa taybet a ku li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hatiye vekirin de dixebitin, derket holê ku di Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de mamosteyên daîmî ne.

8 MAMOSTEYÊN GIRÊDAYÊ MEB’Ê DI KREŞA TAYBET DE HATINE WEZÎFEDAR KIRIN!

8 mamosteyên ku di kreşa taybet a ku li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hatiye vekirin de dixebitin, derket holê ku di Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de mamosteyên daîmî ne. Di nûçeya Ajansa Mezopotamyayê de hatiye ragihandin ku; Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê kreşeke taybet a bi navê "ZAROKVAN" hat vekirin. Hat diyarkirin ku li kreşa ku di 12ê îlonê de hat vekirin, ji her xwendekarekî ji bo qeyda salê 19 hezar lîre tê stendin. Hat diyarkirin ku 8 mamosteyên di kreşên taybet de dixebitin karmendên dewletê yên daîmî ne û kadroyên îdarî yên kreşê ji alîyê zanîngehê ve tên wezîfedarkirin û sazî jî ji budçeya xwe li dibistanên taybet perwerdeyê dide. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Wanê Mûrat Atabay, derbarê tayînkirina mamosteyên dewletê yên li kreşên taybet de axivî û diyar kir ku ev kar ne hiqûqî ye. Atabay wiha got; Em çûn dibistanê û bi rayedaran re axivîn. Xebatkarên îdarî yên dibistanê ji alîyê zanîngehê ve hatine tayînkirin. Li ser vê yekê me daxwaznameya xwe ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya bajêr re nivîsand. Me pirsî ku 8 mamostayên giştî li kîjan dibistaneke taybet hatine erkdarkirin û eger protokolek heye, çawa hatiye sazkirin û her wiha me daxwaz kir ku divê protokol ji me re bê şandin. Ger bersiva daxwaza me neyê dayîn em ê bi rêya parêzerên xwe daxwaza protokola pêvajoya hiqûqî bikin.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.