NÛÇEYÊN KURDÎ

9 JINÊN TJA SERBEST HAT BERDAN, JI GIRTÎGEHÊ DERKETIN

Ji jinên ji doza TJA’yê dihatin darizandin, 9 kes hatin berdan.

9 JINÊN TJA SERBEST HAT BERDAN, JI GIRTÎGEHÊ DERKETIN

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîstan Dehşet, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Hatîce Gungor, Hûlya Kinaxu, Fîgen Ektî, Mekiye Ormancî û Amîne Demîr Çoban ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de di 2’yê Berfanbara 2022’an de hatin girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, piştê rûniştina 3 rojan a li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, derbarê wan de biryara tehlîyeyê hat dayîn.

Ji jinên hatin binçavkirin Zeynep Boga jî bi hinceta "gumana revînê" biryara girtina wê hat domandin. 9 jinên ku derbarê wan de biryara tehlîyeyê hat dayîn, destê sibê ji girtîgehê derketin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.