NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD: PIRSGIRÊKA MUHÎM A WELATÊ ME PIRSGIRÊKA KURD E

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan û 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan civîna medyayê li dar xistin.

ÎHD'ê rapora ku li ser binpêkirinên mafan ên li Tirkîyeyê amade kiribû, parve kir. Di raporê de, li gor daneyên Wezareta Edaletê, di sala 2005'an de hejmara girtî û hikumxwaran 55 hezar û 870 kes bû, ev hejmar heta 1'ê Kanûna 2022'an derket 336 hezar û 315 kesan. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û wiha got, "Pirsgirêka pir girîng a welatê me pirsgirêka Kurd e. Em weke parêzvanên mafên mirovan dixwazin pirsgirêka Kurd bi awayekê demokratîk, aştîyane û adîlane were çareser kirin. Em di vê de israr dikin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku êdî pevçûn rawestin. Em dibêjin ku ger aşîtî were wê li welatê me demokrasî û mafên mirovan were parastin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.