NÛÇEYÊN KURDÎ

ABDURRAHMAN DAG: EZ BI PARASTINA DEWLETÊ TÊM DADGEHÊ

Di doza bûyera ku li Amedê malbatek di siwareya xwe de rastê êrîşa çekdarî hatibûn û dayîk û keça wî rehmet kiribû de dadgeh biryara berdewamkirina girtina bersûcan da û danişînê taloq kir.

Di bûyera ku di êvara 3ê Gulana 2022an de li gundê Buyuransu navçeya Baglarê pêk hat, li siwareya ku Malbata Dag tê de bû êrîşa çekdarî hatibû kirin. Di danişîna 3'yemîn a derbarê bûyerê de ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin de heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina 4 bersûcan da.

Her wiha ji cendirmeyan xwest ku bi vîdeoyekê dîyar bike ka bi şev li ser rêya di navbera her du gundên ku bûyer lê qewimî de bi çi leza herî zêde siware tê ajotin û danişînê taloqê 18ê Adara 2024an kir.

Abdurrahman Dag (48) ê ku hevjîna wî Garîbe (46) û keça wî Nayîme Dag (18) jîyana xwe ji dest dabûn û dema bûyerê xwe wek mirî nîşan dabû û sax filitî bû wiha axivî, "Yên ku vê hovîtîyê kirine malbateke eşîrî ne, her tim gef li min tê xwarin. Ez bi parastina dewletê têm dadgehê."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.