NÛÇEYÊN KURDÎ

AFAD: BÊ DESTÛR KETINA AVAHÎYÊN BIXESAR HATÎYE QEDEXE KIRIN

Di giştînameya ku AFADê amade kirîye de hat diyarkirin ku ji bo demeke kurt jî be, ketina avahiyên ku tê diyarkirin xisar lê hatîye an jî divê bi lezgînî bên hilweşandin û ji wan avahîyan bar kirima eşyayan jî hatîye qedexe kirin.

Di giştînameyê de hat diyarkirin ku wê destûra têketinê û barkirina kelûpelên di malê de ji bo hemû avahiyên ku zirareke mezin dîtine li gor rapora pisporên ku ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve hatine wezîfedarkirin, bên nirxandin. Li gor rapora tehliyeyê ya ku ji aliyê pisporan ve derbarê avahiyên wan de hatiye amadekirin, wê karibin eşyayên xwe ji avahîyan derxin û bar bikin. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo welatiyên ku destûr nayê dayîn bikevin avahiyên wan an jî kelûpelên wan nayên tehliyekirin wê alîkariya kelûpelan were kirin. Hat diyarkirin ku wê tehliyekirin di bin çavdêriya wezîfedarên hiqûqê de bê kirin û divê hemû rêgez bên şopandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.