NÛÇEYÊN KURDÎ

AGIRBESTA 4 ROJAN ÎRO DESTPÊKIR

"Agirbesta demkî" ya ku di navbera Îsraîl û Hamasê de li hev hatibû kirin îro saet 08:00 de dest pê kir.

AGIRBESTA 4 ROJAN ÎRO DESTPÊKIR

Girtîyên Filistînî wê bi girtîyên Îsraîlî re bên guhertin. Alîkarîya mirovî û mazot ji her herema Gazeyê re were şandin.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Wezareta Karên Derve ya Qatarê ve hat dayîn de tê armanç kirin ku ev agirbest mayînde be.

Hat tekezkirin ku ev peyman agirbesteke berfireh e ku tevahîya Gazeyê dihewîne.

Her wiha Hamas jî dîyar kir ku wê rojane 200 kamyonên alîkarî û 4 jî mazotê derbasê alîyê Gazeyê bibin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qatarê got ku ji bo zêdetir rehîne li Gazeyê were berdan ew hêwî dikin ku li ser peymanek nû hevdîtin berdewam bikin. Agirbest wê 4 rojan bidome.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.