NÛÇEYÊN KURDÎ

ÇALAKÎYA JI BO KHK’YAN A HEFTEYA 63EMÎN! “EM Ê BIDOMÎN IN”

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) di hefteya 63emîn a çalakîyê de ji KHK'yî li karên xwe bên vegerandin bagnewazîya xwe dûbare kir.

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê li Parka Hazal a li Taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê, bi daxwaza "KHK wê biçe, em ê bimînin" daxuyanî da.

Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê Volkan Tûncer, di hefteya 63emîn a çalakîyê de axivî û wiha got, “Di şevekê de bi hezaran hevalên me bi awayekî bêhiqûqî ji kar hatin derxistin. Em di hefteya 63emîn a vê çalakîyê de li vir in û ji bo hevalên xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Heta hevalê me yê dawî vegere ser erka xwe, em ê çalakîyên xwe bidomînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.