NÛÇEYÊN KURDÎ

AHMET EŞREF FAKIBABA EŞKERE KIR KU TEVLÊ ÎYÎ PARTÎYÊ DIB E

Ahmet Eşref Fakîbaba ku ji AKPê îstîfa kiribû, dîyar kir ku ew ê tevlê ÎYÎ Partîyê bibe.

AHMET EŞREF FAKIBABA EŞKERE KIR KU TEVLÊ ÎYÎ PARTÎYÊ DIB E

Ahmet Eşref Fakîbaba ku ji AKPê îstîfa kiribû, dîyar kir ku ew ê tevlê ÎYÎ Partîyê bibe.

Fakîbaba ji nûçegihanê Sözcüyê Aytunç Erkin re axivî û wiha got, "Ez kesekî serbixwe û azad im. Min ji parlamentîyê îstîfa kiribûm. Ez ne endamê AKPê me û ne jî parlamenter im. Wek welatiyekî azad mafê min ê hilbijartina partîyê heye. Ez ji sifirê dest pê dikim, derbasê IYI Partîyê dibim.

Min bi îstifaya parlementeriyê bêhurmetî li hilbijêrên AK Partiyê nekir. Min du caran bi Meral Xanimê re hevdîtin kir û wê ez qanih kirim…”

Wekîlê ÎYÎ Partiyê yê Îzmîrê û Şêwirmendê Serokê Giştî Aytun Çiray îstifa Fakibaba ji twîtterê ji nû ve parve kir û got, "Her tevlîbûna partiya me pêngava meşa desthilatdariyê ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.