GÜNDEM

DTSO: COTKAR LI HERÊMÊ NIKARIN KARÊ ÇANDINÎYÊ BIRÊVE BIBIN

Alîkarê Serokê Lijneya Rêveberîya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê (DTSO) Erdal Avşar, bal kişand ser germahîya kurewî û hişkesalîyê û dîyar kir ku ji bo cotkarên herêma ku bandora germahîya kurewî lê herî zêde bûye, berê xwe dane çandinîya alternatîf.

Avşar bal kişand ser metirsîya hişkesalîya li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku veberhênanên avdanîyê yên bi çavkanîyên giştî bi taybetî di GAPê de hêdî hêdî pêşdikeve û wiha got: “Cotkar li herêmê nikarin karê çandinî û dirûnê birêve bibin. Ji alîyekî ve li hemberê hişkesalîyê di berxwedidin û ji hêla din ve jî mesref û lêçûnên zêde, hilberîn xistîye nav xetereyê. Divê em li herêmê di şûna garis û nebatên bi avê hêşîn dibin, nebatên av lê naçe bipêşbixin. Her wiha divê polîtîkaya avdanîyê li herêmê were ber fireh kirin û erdê bê av nemîn e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.