NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER ÊRÎŞA KÛÇIK JI POLÊS RE 6 SAL CEZAYÊ HEPSÊ TÊ XWESTIN

Polêsê ku bi sûcê “Birîndarkirina bi kûçik” dihat darizandin jê re 6 sal cezayê hepsê tê xwestin.

JI BER ÊRÎŞA KÛÇIK JI POLÊS RE 6 SAL CEZAYÊ HEPSÊ TÊ XWESTIN

Polêsê ku bi sûcê “Birîndarkirina bi kûçik” dihat darizandin jê re 6 sal cezayê hepsê tê xwestin.

Ji bo binçavkirina Muhammed Emîn Cûra ê ku di 30'ê Gulana 2020'an de polîs Atakan Aslan qetil kiribû, polêsan di 31'ê Gulanê de avêtibûn ser mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz ên ku tevlê bûyerê nebûbûne.

Di serdegirtina malê de polîsan ji qestî kûçik bi wer wan de serbest berda bû. Doza êrîşa bi kûçik li 4'emîn Dadgeha Aslîye ya Amedê li Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.

Dozgerê Komarê di danişînê de nêrîna xwe pêşkêş kir û dîyar kir ku polîsê perwerdekarê kûçikan Serdar G. bi zanebûn êrîş pêk anîye û xwest Serdar G. eta 6 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. Dozger dîyar ku bersûc sûc qebûl nekirîye û parastina bersûc bi mebesta ku ji sûc xilas bibe, îfadeyên beşdaran û raporên tiba edlî yên bi van îfadeyan re nirxandîye.

Heyeta dadgehê biryar da ku heta danişîna pêş divê nirxandinên dadgehê ji navnîşlana bersûc re bê şandin û di nava 15 rojan de parastina xwe amade bike û dadgehê danişîn taloqê 19ê Hezîranê bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.