NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD JI BO LI DIJÎ NEHEQÎYAN DERKEVIN BANG LI HEMÛ SAZÎYAN KIR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 16 rojnameger û sîyasetmedarên ku 6 meh in li girtîgehê li benda îdianameyê ne, zîyaret kir.

Piştê civînê ÎHD'ê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî da.  Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn di daxuyanîyê de axivî û got, "Bi fermana darazê ya girêdayî û alîgir mirov tên binçavkirin." Zeytûn dîyar kir ku bi operasyona li dijî DBP'ê re serxwebûn û bê alîbûna darazê careke din bûye cîhê nîqaşê û wiha got, "Rojnameger ji ber ku xebatên pîşeyî dimeşînin û binpêkirinên li erdnîgarîya Kurdan bi raya giştî re parve dikin, di girtîgehê de tên girtin. Polîtîkayên zextê û zordestîyê li dijî xebatkarên çapemenîya Kurd û sîyasetmedarên Kurd tê meşandin, divê mûxalefet jê re bêdeng nemîne. Em bang li muxalefeta demokratîk û hemû sazîyên ku maf û azadîyan diparêzin dikin ku li dijî neheqîyê bertek nîşan bidin û xwedî li mafan derkevin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.