NÛÇEYÊN KURDÎ

DOZA SÎTEYA GALERÎA TALOQÊ SIBATA 2024AN HAT KIRIN

Danişîna doza mitehîd û berpirsên Sîteya Galerîa ya li Amedê ku di erdhêjê de qismek wê hilweşîyabû, taloqê Sibata 2024an hat kirin.

DOZA SÎTEYA GALERÎA TALOQÊ SIBATA 2024AN HAT KIRIN

Rûniştina doza 7 bersûcên ku ji wan 4 jê girtî 3 mitehîdên fîrarî yên derbarê Sîteya Galerîa ya ku li Amedê hilweşîya û 89 kes jîyana xwe ji dest dan, li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

 

Serdozgerê Komarê di nêrîna xwe de anî ziman ku divê bersûcên girtî ji ber sûcê hatine binçavkirin berdewam bikin û ji bo zeft kirina bersûcên revîyane jî xebat bidome. Parêzeran dîyar kirin ku muwekîlên wan bêguneh in û xwestin bên berdan. Piştê parastinan heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina 4 bersûcan da û danişînê taloqê 26'ê Sibata 2024'an kir.

Di îdîanameya ku hat amadekirin de ji bo mitehîd Sedat Eser, Mehmet Şîrîn Yîgît, Şeyhmus Yîgît, xebatkarê teknîkê yê înşaetê Tevfîk Demîr û M.E., H.M.Y. û Î.H.Y. yên ku derbarê wan de biryara girtinê heye, ji ber sûcê "Bi îhmalkariya ji kesekî zêdetir mirin û birîndarkirin" ji her kesê re 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû xwestin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.