GÜNDEM

DEMÎRTAŞ JI BO KILIÇDAROGLÛ GOT, “DENGÊ XWE DIDIM WE”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş tercîha xwe ya ji bo hilbijartina Serokkomarîyê ya ku wê di 14'ê Gulanê de pêk were eşkere kir.

Demirtaş di daxuyanîya xwe de wiha got: “Serokomarê 13. yê Tirkîyê birêz Kiliçdaroglû, Xwedê rêya we vebike.

Ez ji dil bawer dikim ku hûn ê dawî li tecrîdê bînin û aştîya civakî pêk bînin, aştî û bextewarîyê bînin Tirkîyeyê.

Dengê min ji bo we ye Birêz Serokomar Kiliçdaroglû." Demîrtaş, di berdewama daxuyanîya xwe de jî wiha got, "Meclîsa bi hêz, ji bo Serokomarê rast, 1 deng ji Partîya Çep a Kesk re, 1 deng ji bo Serokomar Kiliçdaroglû." || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.