NÛÇEYÊN KURDÎ

SALNAMEYA HILBIJARTINÊ YA HILBIJARTINÊN HERÊMÎ EŞKERE BÛ

Salnameya hilbijartinê ya hilbijartinên rêveberîyên herêmî yên ku wê di 31ê Adarê de bên kirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

SALNAMEYA HILBIJARTINÊ YA HILBIJARTINÊN HERÊMÎ EŞKERE BÛ

 

 

Dîroka destpêkirina salnameya hilbijartinê wê 1ê Çileya 2024ê Duşemê be.

Lîjneya Bilind a Hilbijartinê wê di 2yê Çileyê de partîyên ku dikarin beşdarê hilbijartinê bibin eşkere bike.

Di 27’ê Çileya 2024’an de cîhê partîyên sîyasî di pusulaya dengan a hevgirtî de wê dîyar bibe.

Lîsteyên hilbijêran wê di 7'ê Sibatê de bi dawî bibe û destnîşankirina cîh û sindoqên ku hilbijêr lê deng bidin wê dest pê bike û ev pêvajo wê di 11'ê Sibatê de biqede.

Partîyên sîyasî wê 20ê Sibatê roja sêşemê saet 17:00’an lîsteyên namzetên xwe pêşkêş bikin.

Lîsteyên dawî yên namzedan wê 3ê Adarê roja Yekşemê ji alîyê lîjneyên hilbijartinê yên bajaran û navçeyan ve bên eşkerekirin.

Propaganda û qedexeyên hilbijartinê wê 21ê Adarê dest pê bike. Roja dengdanê wê di 31ê Adarê roja yekşemê de bê kirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.