NÛÇEYÊN KURDÎ

KESÊ KU HEVJÎN Û KURÊ XWE KUŞT, XWEST XWE JÎ BIKUJE!

Kesek ê ku li Çukurovayê dijî, piştê ku hevjîn û zarokê xwe kuşt, xwest xwe jî bikuje.

KESÊ KU HEVJÎN Û KURÊ XWE KUŞT, XWEST XWE JÎ BIKUJE!

Kesek ê ku li Çukurovayê dijî, piştê ku hevjîn û zarokê xwe kuşt, xwest xwe jî bikuje.

Li Çukurovaya navenda Edeneyê di malekê de dayikek û kurê wê yê 16 salî bi kêran kuştî hatin dîtin.

Cem Sûna (49) bi îdiaya ku aqil avêtibû, hevjîna xwe Denîz (43) û kurê xwe Alperen ê 16 salî, bi kêrê kuşt. paşê bi kêrê xwe jî birîndar kir.

Ji ber dengê qîrînê ji malê dihat, cîranan bang li polîsan kirin.

Polîs û ekîbên tenduristîyê yên hatin cîhê bûyerê, tespît kirin ku dayik û kurê wê jîyana xwe ji dest dan e.

Cem Sûna yê ku dixwest xwe jî bukuje, bi giranî birîndar bû. Cenazeyê dayik û kurê wê rakirin  morgê û Sûna yê birîndar jî rakirin nexweşxaneyê. Ji alîyê din ve hat dîyarkirin ku di bûyerê de 2 kêr hatine bikaranîn. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.