NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO DERBASBÛNA POLÊ DERSA TIRKÎ HERÎ KÊM 70 PÛAN BE

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn, hûrgilîyên rêziknameya nû ya perwerdehîya bingehîn eşkere kir.

JI BO DERBASBÛNA POLÊ DERSA TIRKÎ HERÎ KÊM 70 PÛAN BE

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn, hûrgilîyên rêziknameya nû ya perwerdehîya bingehîn eşkere kir.

Hat dîyarkirin ku di rêziknameya nû ya Wezaretê ya ku tê payîn di rojên pêş de bê weşandin de, wê ji bo xwendekaran hin guhertin çêbibin.

Wezîr Tekîn, di bernameya ku beşdar bûbû de derbarê mijarê de wiha got: "Divê hin ders di ser asta navîn de bin. Di rêziknameya nû ya perwerdehîya bingehîn de me ji bo dersa Tirkî 70 pûan mecbûrî kir. Me hêj rêzikname belav nekirîye. Hefteya pêş wê bê weşandin.

Yên ku di dersa tirkî de 70 pûan bidest nexin wê derbas nebin û polê dûbare bikin."

Wezîr Tekîn derbarê rêziknameya nû ya derbarê lîseyên vekirî de jî axivî û wiha got, "Îsal Ezmûnên lîseyê yên vekirî jî wê rû bi rû bin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.