NÛÇEYÊN KURDÎ

AJOKAR BI OTOBUSÊ LI SER ALÎKARÊ XWE DERBAS BÛ Û WÎ KUŞT

Li navçeya Erxênî ya Amedê kesê bi navê Ş.Î. (40) ku ajokarê otobusa rêwîyan a navbajêr e, li otogarê ya ku bêhna xwe didan bi alîkarê xwe Abbas Îşler (42) re nîqaş kir.

AJOKAR BI OTOBUSÊ LI SER ALÎKARÊ XWE DERBAS BÛ Û WÎ KUŞT

 

Piştê nîqaşê ajokar S.Î. tevê rêwîyan otobusê birê ve bir. Abbas Îşler jî xwe da pêşîya otobusê ku wê bide sekinandin.

Lê Ş.Î. nesekinî û bi otobusê li ser Abbas Îşler ve derbas bû. Abbas Îşler li cîhê bûyerê jîyana xwe ji dest da.

Ş.Î.yê ku bi tevê rêwîyan xwe bireve, ji alîyê polêsan ve di derketina navçeyê de hat qefaltin. Ş.Î. hat binçavkirin û derbarê bûyerê lêpirsin didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.