NÛÇEYÊN KURDÎ

AJOKARÊN AMEDÊ JI BIHAYÊ MAZOT Û BENZÎNÊ GAZINAN DIKIN

Li Amedê ajokarên mînîbusên bajêr ji bihabûna neftê gilî û gazinan dikin ku ji ber bihabûnê qezenca wan tev li mazot û benzînê diçe.

AJOKARÊN AMEDÊ JI BIHAYÊ MAZOT Û BENZÎNÊ GAZINAN DIKIN

Li Amedê ajokarên mînîbusên bajêr ji bihabûna neftê gilî û gazinan dikin ku ji ber bihabûnê qezenca wan tev li mazot û benzînê diçe.

Piştê Hilbijartinên Giştî yên 2023'an, bi zêdebûna nirxê danûstendinê re bihayê benzîn û mazot jî zêde bû. Li Amedê lîtreya benzînê bi 25 lîre û 02 quruşan hat firotin, mazot jî bi 23 lîre û 34 quruşan dest bi firotinê kir.

Ajokarên mînîbusên veguhestina giştî ya bajêr dîyar kirin ku ji ber bihayan êdî nikarin li ber xwe bidin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ajokarê mînîbusê Mahmut Erîk wiha dibeje, “Em êvarê pereyê ku qezenc dikin berhev dikin û didin petrolê.

Pirsgirêka me ya herî mezin mazot û benzîn e." Ajokarê mînîbusê Seyfettîn Çakar ku bertek nîşanê buhabûnê da, wiha got, “Mazot her diçe zêde dibe. Heger heqê rê derkeve 10 lîreyan wê gelê me zirarê bibîne. Em bi zehmetî debara malbata xwe dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.