NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ZANÎNGEHA DÎCLE’YÊ SEMPOZYÛMA “XANÎYÊN XERΔ DEST PÊ KIR

Sempozyûma Kerpic'23 “Gain Information From The Traditional Earthen Architecture” ya Navneteweyî ya Zanîngeha Dîcleyê di çarçoveya bernameyên 50.

LI ZANÎNGEHA DÎCLE’YÊ SEMPOZYÛMA “XANÎYÊN XERΔ DEST PÊ KIR

Salvegerê de li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Tîrmehê dest pê kir. Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç, Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Çîftçî, Qeymeqamê Sûrê Asım Solak, Dekanê Fakulteya Mîmarîyê Prof. Dr. Mîne Baran û gelek akademîsyen û xwendekarên ji welat û derveyî welat beşdarê bernameya vekirina sempozyûmê bûn.

Di vekirina sempozyûmê de Dekanê Fakulteya Mîmarîyê Prof. Dr. Mîne Baran axivî û got, "Armanca sempozyûmê ew e ku tesbît û agahîyên di mijara 'Mîmarîya Erdê ya Kevneşopî' de bên cem hev û derbasê nifşên nû bibe.

 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Mehmet Karakoç jî got, "Di demeke ku cîhan dest bi windakirina çavkanîyên xwe yên enerjîyê dike de, Amed ji bernameyeke girîng a li ser axê ku yek ji çavkanîyên me yên herî girîng ên xwezayî ye, malovanîyê dike" û destnîşan kir ku sempozyûm wê ji bo Amedê girîng û sûdmend be.

Sempozyûm wê du rojan bi pêşkêşîyan berdewam bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.