NÛÇEYÊN KURDÎ

KESK: BILA HEMÛ KARMENDÊN CEMAWERÎYÊ JI TEZMÎNATA ERDHÊJE SÛD WERBIGRIN

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) derbarê "Tezmînata erdhêjê" ya bi biryara Serokkomarîyê hatîye dayîn de civîna çapemenîyê li dar xist.

Li ser navê platformê Sekretera Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê Guneş Ozel daxuyanî da û bi bîr xist ku di erdheja 6'ê Sibatê ya li navenda Mereşê de li 11 bajaran bandor çêbûne û bi deh hezaran kes jîyana xwe ji dest dane û wiha got: Di vê erdhejê de bi hezaran karmend li bajarên erdhejê jîyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî xizmên xwe ji dest dan.

Tevî van windahîyan jî, xebatkarên cemawerîyê li qadên erdhejê û di sektora giştî de birînên xwe ji bîr kirin û ji dil û can xebitîn da ku kesên ji erdhêjê rizgarbûne mexdûr nebin.” Guzel, xwest ku dawî li pêkanînên newekhev û neheq ên di navbera karmendên cemawerîyê de bê kirin û got, "Em daxwaz dikin ku hemû xebatkarên cemawerîyê yên li 11 bajarên me yên ku ji erdhejê bandor bûne ji tazmînatê sûd werbigirin û em li vir dubare dikin ku em ê vê yekê  bişopînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.