NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKA ŞAXA JINAN A AKP A AMEDÊ JI WEZÎFEYA XWE HAT GIRTIN

Hat dîyarkirin ku Seroka Şaxa Jinan a AKPê ya Amedê ji wezîfeyê hat girtin.

SEROKA ŞAXA JINAN A AKP A AMEDÊ JI WEZÎFEYA XWE HAT GIRTIN

Ji peywîrê dûrxistin û îstîfayên ku ev demeke dirêj e di Teşkîlata Bajêr a Amedê ya AKP de dest pê kiribûn, berdewam dikin.

 

Piştê ku Serokê Bajar Muhammet Şerîf Aydin îstifa kir, Seroka Şaxa Jinan a AKPê ya Bajêr Muzeyyen Kaya jî ji wezîfeyê hat girtin.

Hate dîyarkirin ku Kaya bi biryara navenda giştî ji wezîfeyê hatîye girtin, lê hê sedema ji wezîfeyê girtina Kaya nayê zanîn.

Ji alîyê din ve Serokê Şaxa Ciwanan a Bajar a AKPê Ahmet Mahsum Melîkoglu çendek berê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.