NÛÇEYÊN KURDÎ

AKPÊ DERBARÊ MERASÎMA TEMEL AVÊTINÊ DE GOT: EW TEMSÎLÎ BÛ

Derbarê merasîma temelên nexweşxaneya Hatayê de, ku bûbû sedema nîqaşan ji AKPê cara ewil daxuyanî hat dayîn.

AKPÊ DERBARÊ MERASÎMA TEMEL AVÊTINÊ DE GOT: EW TEMSÎLÎ BÛ

Derbarê merasîma temelên nexweşxaneya Hatayê de, ku bûbû sedema nîqaşan ji AKPê cara ewil daxuyanî hat dayîn.

Li Îskenderûna Hatayê bi beşdarîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan merasîma Avakirina Nexweşxaneyên Nû yên Dewletê hatibû lidarxistin. Di merasîmê de bi talîmata Serokkomar Erdogan çîmento hat rijandin û ev kêlî bi kamerayê hatin kişandin. Piştê merasîmê rewşa temelê nexweşxaneyê li ser medyaya civakî bû mijara nîqaşê. Alîkarê Serokê Giştî yê Koma AKP'ê Yilmaz Tunç, derbarê wêne û dîmenan de daxuyanî da û wiha got, "Wêneyê merasîma temel avêtinê ya Nexweşxaneya Defneyê wêneyekî temsîlî ye. Ger hûn niha biçin Defneyê, hûn ê bibînin. Çêkirina nexweşxanê bi şev û roj berdewam dike, tenê merasîma vekirina bingehê nûnertîyê di rojevê de ye, ne rast e ku bi vê yekê karê li wir paşguh bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.