GÜNDEM

AKŞENER JI ERDOGAN RE GOT: DI NAVA DEWLETÊ DE ÇI DIQEWIME?

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partîyê Meral Akşener, di axaftina xwe ya di civîna koma partîya xwe ya Meclisê da bertek nîşanê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da û wiha pirsî, "Di nava dewletê de çi diqewime, gelo ma tu li ber çi ye?"

Akşener, derbarê qetilkirina Serokê berê yê komeleya Ulku Ocaklari  Sînan Ateş de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan rexne kir û got, "Ka we digot peza ku li rexê Dîcleyê gur wê bixwe em jê mesûlin? Ne li qeraxa Dîcleyê, li nava paytext Enqerê, ​​li ber çavê we kirin! Û niha jî bihêza dewletê hewl didin ku sûcdaran veşêrin! Ma tu li ber çîye birêz Erdogan? Ev çi edalet e, ev çawa rêveberîye." Akşener derbarê çalakîya şewitandina Qur'anê ya li ber sefaretxaneya Tirkîyeyê ya li Swêdê de jî wiha got: "Ev dijminatîya ku bi şewitandina pirtûka me ya pîroz Qur'anê êrîşî nirxên me dike, li tu derê dinyayê wek azadîya fik û ramanê nayê qebûlkirin. Ev sûcekî nefretê ye! Lê mixabin birêz Erdogan û hevalên wî bi gelemperî ji van tiştan dilşad dibin û weke roj li we hilbê, hûn dibêjin baş e ku ji bo hilbijartinê malzeme ji me re derketine…”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.