NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ BANGÊ MEŞA 1’Ê GULANÊ

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê ya Hejmar 1 ya (Egîtîm Sen) Şaxa Amedê, bi boneya banga mîtînga 1’ê Gulanê, roja Yekşemê li Qada Îstasyonê meşekê li dar xist.

LI AMEDÊ BANGÊ MEŞA 1’Ê GULANÊ

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê ya Hejmar 1 ya (Egîtîm Sen) Şaxa Amedê, bi boneya banga mîtînga 1’ê Gulanê, roja Yekşemê li Qada Îstasyonê meşekê li dar xist. Li Taxa Ofîsê ya Navçeya Yenîşehîrê, ji bo mîtînga ku bi şîara "Em ê bi hev re biguherin" hat lidarxistin û daxuyanîyeke kin hat dayîn. Tevî nûnerên sendîkayan, wekîlên HDP'ê û gelek kes tevlî daxuyanîyê bûn. Li ser navê sendîkayê Serokê Şaxa Hejmar 1 a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) yê Amedê Kamuran Taş, daxuyanî da û  wiha got; “Em weke komîteya amadekar li gel azadî û keda gel in. Em hemû hevalên xwe ji bo ked, edalet, aşitî û demokrasîyê vedixwînin Qada Îstasyonê. Piştê daxuyanîya Taş, girseyê teblîx belav kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.