NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER HEWAYÊN GERM LI 17 NAVÇEYAN XEBATÊN DERMANKIRINÊ TÊ KIRIN

Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristîyê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşî li zêdebûna kêzikan bigire, dest bi xebatên dermankirinê kir.

Li 17 navçeyên Amedê, xebatên dermankirinê hatin destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de; ji bo pêşî li zêdekirina kêzikan bê girtin, li qadên wekî hewz, gol, hewzên xemilandî û kanalîzasyon wê dem bi dem kontrol bên kirin. Bi tevayî 311 xebatkar ji bo dermankirinê hatin wezîfedarkirin. Hat dîyarkirin ku wê 62 wesayît, 200 pompeyên piştî, 35 heb cihacî, 60 atomîzer, 47 cîhazên ULV, 2 amûrên mijkirina termal û mistblower jî bên bikaranîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.