NÛÇEYÊN KURDÎ

AMÎRALÊ TEQAWÎDBÛYÎ TURKER ERTURK: DEMÎRTAŞ JI BO TIRKÎYEYÊ ŞANSEK E

Amiralê teqawîtbûyî yê CHPyî Turker Erturk ragihand ku hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku girtî ye ji bo Tirkîyeyê şansek e.

AMÎRALÊ TEQAWÎDBÛYÎ TURKER ERTURK: DEMÎRTAŞ JI BO TIRKÎYEYÊ ŞANSEK E

Amiralê teqawîtbûyî yê CHPyî Turker Erturk ragihand ku hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku girtî ye ji bo Tirkîyeyê şansek e. Erturk di bernameya Halk TV ya ku beşdar bû de derbarê rojevê de axivî. Erturk wiha got, “Ez difikirim ku Demîrtaş ji bo Tirkîyeyê şansek e. Çi wiha dibêjim? Ji bo HDP bibe partiya Tirkîyeyê gavên cidî avêt. Ew dikare ji niha û pê ve bike, ez di vê warê nîşanan dibînim. Lê hikûmeta AKP’ê hewl dide vê şansê ji holê rake. Belê ji bo çi? Ji ber ku yê îro li ser dengên Kurdan xwedî bandor û dîyarker Demîrtaş e. Ez vê yekê wekî kesekî ku dema serdana herêmê kirîye ev yek dîtîye dibêjim, ne tenê li gor tiştên ku min xwendîye dibêjim. Ji bo ku di hilbijartinê de bi ser bikevin, bi Ocalan re, bi Qendîlê re ku êdî di dengdayîna Kurda de ne xwedî bandor e, û niha jî bi PYD’ê re, bi her rê û rêbazên cûda hewl didin Demîrtaş bêrûmet bikin. Bi awayekî ku Amerîkayê jî daxilê nava vê xebatê bike hewl dide dengên Kurda biber xwe ve bikşînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.