NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ AVAHÎYÊN ÇANDINÎYÊ Û KOMXEBATA AVDANÎYÊ HAT LI DAR XISTIN

Li Zanîngeha Dîcleyê (DU) ji alîyê Beşa Avahîyên Çandinî û Avdanîyê ve, "Kongre û Komxebata Avahîyên Çandinî û Avdaniyê ya Navneteweyî" hat organîzekirin.

LI AMEDÊ AVAHÎYÊN ÇANDINÎYÊ Û KOMXEBATA AVDANÎYÊ HAT LI DAR XISTIN

Li Zanîngeha Dîcleyê (DU) ji alîyê Beşa Avahîyên Çandinî û Avdanîyê ve, "Kongre û Komxebata Avahîyên Çandinî û Avdaniyê ya Navneteweyî" hat organîzekirin. Di komxebatê de, Endamê Fakûlteya Çandinîyê û Serokê Komîteya Amadekar Prof. Dr. Oner Çetin axivî. Çetîn dîyarkir ku çandinî hê jî di aborîya welêt de sektoreke girîng e û cotkarî ji bo beşeke girîng a nifûsa Tirkîyeyê îstîhdamê peyda dike. Di komxebatê de hat destnîşankirin ku ji ber guherîna îqlimê û bi taybetî jî nexweşîyên di van salên dawî de peydabûn, ewlehîya xwarinê girîngiya xwe zêde kirîye. Ji 27 welatên cuda 63 kes bi giştî 307 kes beşdarê Kongre û Komxebata Avahîyên Çandinî û Avdanîyê ya Navneteweyî bûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.